Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku karbidestên Tirkîye, Swêd û Fînlandîya dê di meha Tebaxê de bicivin.
Swêd û Fînlandîya, piştî Rûsya di meha Sibatê de dest bi dagirkirina Ukrayna kiribû bo bibin endamên NATO serî li wê tifaqê dabûn, lê Tirkîyê her du dewlet bi piştgirîya komên terorê yên dijî Enqerê tawanbar kiribûn û li hember endamtîya wan sekinîbû.
Reutersê ji zarê Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dîyar kir ku karbidestên Swêd, Fînlandîya û Tirkîyê dê ser endamtîya bo NATO û qutkirina piştgirîya bo terorê danûstandinê bikin.
Her sê dewletan meha borî ser têkoşîna dijî terorê, kirîn-firotana çekan û rakirina vetoya Enqerê peymanek îmza kiribûn.
Çavuşoglu dîyar kir ku ew dê di meha Tebaxê de ser nirxandina lihevkirinê bicivin.
Wî da zanîn ku ger Swêd û Fînlandîya di têkoşîna dijî terorê de li ser soza xwe nesekinin ewê Tirkîye rê li ber wan bigire ku nebin endamên NATO.