Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Tirkîyê Dest Danî Ser Çar Bajarvanîyên Din yên HDP'ê


Hikûmeta Tirkîyê îro Çarşemê bo çar bajarvanîyên din yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) qeyûm erkdar kir.

Li ser fermana Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê bajarvanên Yenîşehîr û Hezro yên Amedê, yê Hezex ya Şirnexê û yê Perî yê girêdayî Mazgêrda Dêrsimê ji kar hatin dûr xisitn.

Heta niha hikûmeta Tirkîyê dest danîbû ser 16 bajarvanîyên HDP’ê ku ji wan sê bajarvanîyên mezin yên Amed, Wan û Mêrdînê bûn.

Tevî dûrxistinên dawî, 20 bajarvanîyên HDP’ê ketin destê qeyûman.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG