Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Ger Operasyona Îdlibê Pêk Were Dê Alozîya Herêmê Gur Bibe


Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar dîyar kir ku ger operasyona Îdlibê pêk were, dê li herêmê alozî çêbe.

Akar da zanîn ku Tirkîye bi Rûsya, Îran û alîyên din re danûstandinan dike û hewil dide ku rê li ber ‘’trajedîya mirovî’’ ya li herêmê bigire.

Karbidestên Tirk didin zanîn ku li Îdlibê bi qasî 3,000,000 sivîl dijîn û ger operasyona Îdlibê pêk were dê bi sed hezaran kes berê xwe bidin Tirkîyê.

Ji alîyê din ve, Ajansa Reutersê do Çarşemê di raporteke taybet de dîyar kiribû Tirkîye di demên dawî de ji serhildayên Sûrî re şandina çekan zêde kiriye.

XS
SM
MD
LG