Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Em Toleyên Dijî Îranê Ji Nêz ve Dişopînin


Wezareta Derve ya Tirkîyê piştî nûnerên Wezareta Derve ya Amerîka û Wezareta Darayî ya Amerî re kom bû, ragihand ku dê toleyên dijî Îranê nêz ve bişopîne.

Serokê Amerîka Donald Trump ragihandibû ku dê ji Plana Çalakîyên Hevpar yên Berfireh, ku di di 16’ê Çileya 2016’an de destpê kiribû, vekişin û di 8’ê Gulana 2018’an de dest bi toleyên dijî Îranê bikin.

Li gor peymana di dema serokê berê Barack Obama de hatibû îmza kirin, toleyên dijî rêvebirîya Tehranê dê ast bi ast bihata kêm kirin.

Niha, ser toleyên dijî Îranê û bandora wê ya bo welatên cîran nîqaş têne kirin.

Nûnerên Wezareta Derve ya Amerîka û Wezareta Darayî ya Amerîka, bo teoleyên ku li Tirkîyê fikar çêkirine li Enqerê bi nûnerên Tirk re kom bûn.

Amerîka ser hevdîtinê ti daxuyanî belav nekir, lê Wezareta Derve ya Tirkîyê daxuyanîyek weşand.

Wezareta Derve ya Tirkîyê da zanîn ku Îran cîraneke girîng e û ew toleyên dijî Îranê nêz ve dişopînin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlüt Çavuşoğlu, sê hefteyên borî dabû zanîn ku peywedîyeke baş ya bazirganîyê bi Îranê re çêkirine û ewê bo toleyên welatên din vê peywendîyê qut nekin.

XS
SM
MD
LG