Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye ji Hemwelatîyên Xwe Dixwaze ku Bê Maske Dernekevin Derve


Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca bang li hemwelatîyan kir ku li derveyî malê maskeyan tim bidin ber rûyên xwe.

Koca da zanîn ku bo meriv xwe ji vîrusa korona dûr bixe divê maskeyan bide ber rûyê xwe û li gor mesafeya civakî tevbigere.

‘’Li derveyî malê teqez maskeyan bidin ber rûyê xwe û bi mesafeya civakî bigerin. Hûn nizanin ku li ser kê vîrus heye’’ Koca got.

Wî ji hemwelatîyan xwest ku tedbîran bernedin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Tirkîyê pirtir ji 130,000 kes bi vîrusa korona ketine û 3,641 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG