Lînkên eksesibilîtî

Li Tirkîyê Îro Înê 42 Kes di Operasyonan de Hatin Desteser Kirin


Reuters’ê ragihand ku polîsên Tirk îro Înê li 2 bajaran 42 kes jiber peywendîyên wan yên bi çekdaran re desteser kirine.

Jêderên ewlekarîyê dîyar kir ku 22 çekdarên DAIŞ’ê yên gumanbar, di operasyoneke li Elezîzê de hatine desteser kirin.

Do Pêncşemê medya Tirk ragihandibû ku çekdarekî DAIŞ’ê yê bi eslê xwe Rûs, ku tê îdia kirin ku plana êrîşkirina Bingeha Încîrlîkê dikiriye, hatiye girtin.

Li Edenê jî 20 kes bi tohmeta ku peywendîya wan bi Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) re heye, hatin desteser kirin.

Karbidestên Tirk didin zanîn ku heta niha ji 5000 hezar gumanbarên DAIŞ’î hatine girtin û 3290 çekdarên bîyan yên ji 95 welatên cûda ji Tirkîyê hatine derxistin.

XS
SM
MD
LG