Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê 12,800 Polîs ji Kar Hatin Dûrxistin


Ajansa AFP radigihîne ku Tirkîyê 12,800 polîsên ku tê gotin girêdana wan bi Fetullah Gulen heye, di bin qanûna rewşa awarte de bi awayekî kindemî ji kar avêtin.

Di bin qanûna rewşa awarte de ku do duşemê bo sê mehên din hate dirêj kirin, heta niha bi deha hezaran kes hatin desteser kirin û ji kar hatin avêtin.

Piştî hewila darbeya leşkerî, heta niha bi giştî 12,801 polîs ku 5,523rêvebir in, ji kar hatine cemidandin, heta ku lêpirsîna dijî wan temam be.

Hêjayî balkşandinê ye ku li Tirkîyê bi giştî 270, 000 polîs hene.

XS
SM
MD
LG