Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dê Sînordarkirinên Ser Rêwîtîyê bi Dawî Bike


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan da zanîn ku ewê ji 1’ê Hezîranê pê ve sînordakirinên ser rêwîtîya di navbera bajaran de bi dawî bikin.

Erdogan dîyar kir ku ger ew rewişeke neyênî bikin ewê careke din qedexeyên rêwîtîyê ragihînin.

Wî got ku restoran, kafe û çayxane jî ji 1’ê Hezîranê pê ve dest bi xizmetê bikin û heta 8’ê êvarê vekirî bimînin.

Ji alîyê din ve, Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê Wan û Dîlok di nav de bo 15 bajaran qedexeya derketina derve ya dawîya hefteyê ragihand.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê Tirkîyê pirtir ji 160,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,461 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG