Tirkîye bi tundî dijî toleyên ser Rûsya derdikeve û dibêje ku ti sûdmendîya dijî toleyên nîn e;dema ku Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) toleyên darayî û bazirganî yên bihêz ser Moskowê sepandine û qadên xwe ya esmanî ji balafirên Rûsî re girtine.
Şirovekar, Timothy Ash ji bazarên nûjen Bluebay Asset Management ku bingeh li Londonê ye dibêje, ji ber vê yekê, fîkar zêde dibin ku Tirkîye alîkarîya Rûsan dike ku wê ji ambargoyan rizgar bike.
“Hinek balê dikşînin ser guherina navên firokeyên Rûsî wek firokeyên Tirkîyê. Di navbera Rûsya û Tirkîyê de têkilîyên bazirganî, bankeyan yên xurt hene. Medya herwiha bale dikşîne ser gelek Rûsên ku hewl didin li Tirkîyê hesabên nû yên bankê vekin da ku xwe ji pirsgirêkên ambargoyan xilas bikin. Bikin,“ Ash dibêje.
Timothy Ash hevdem dîyar dike ku gelek guman hene ku kompanî û sazîyên Rusî ku derkirîninên bo Rûsya dikin yan jî bazirganîyê dikin, xwe jinûve wek sazîyên Tirkîyê nîşan didin.
Dengê Amerîka ji bo şîroveyê serî li karbidestên hikûmeta Tirkîyê da lê heta niha ti bersîv newergirtine.
Enqere israr dike ku ew pabendî berpirsiyarîyên wê yên qanûnî yên navneteweyî ye.
Lê, şirovekarê Global Source Partners Atilla Yesilada dibêje ku ev ne cara yekê ye ku ji Tirkîyê ser binpêkirina ambargoyên navneteweyî guman tê kirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Reza Zarrab karsazekî Tirkê Îranî bû ku di 2017'an de li dadgeheke New Yorkê bi tawanên mezin yên binpêkirina ambargoyên dijî Îranê tawanbar bû.
Rêvebirekî payebilind yê Halkbanka dewleta Tirkîyê jî di heman dozê hat cezakirin.
Halkbank bixwe jî di çarçoveya heman lêpirsînê de tê darizandin.