Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Tirkîye Hizra Operasyoneke Leşkerî li Sûrîyê Dike


Konvoyeke leşkerên Tirk li nava axa Sûrîyê (Arşîv)
Konvoyeke leşkerên Tirk li nava axa Sûrîyê (Arşîv)

Ajansa Reuters îro Sêşemê ji zarê karbidestekî payebilind yê Tirk ragihand ku Tirkîye, piştî peqîna kujer ya roja Yekşemê li Stenbolê, plan dike ku dijî bakurê Sûrîyê operasyoneke nû ya leşkerî bike.

Tirkîye, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jiber peqîna Stenbolê tawanbar dike ku 6 kes di wê peqînê de hatibûn kuştin û zêdetirî 80 kesên din jî birîndar bûbûn.

Heman karbidestî ji Reutersê gotiye ku gefên çekdarên Kurd yan yên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li ser Tirkîyê nayên qebûl kirin loma Enqere wê gefên li ser sînorê xwe yên başûr pûç bike.

"Sûrîye jibo Tirkîyê pirsgirêkeke ewlekarîya neteweyî ye. Jixwe xebat li ser vê yekê tê kirin. Tirkîye niha li Îraqê dijî PKKê operasyonekê dimeşîne û piştî ku vê operasyonê temam bike, wê dest bi operasyona li bakurê Sûrîyê bike," karbidestê Tirk got.

Wezareta Derve ya Tirkîyê heta niha ser ev ragihandina Reutersê ti daxuyanî nedaye.

Hejayî balkişandinê ye heya niha ti rexistin berpirsîya peqîna Stenbolê negirtiye ser xwe û hem PKK hemî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îdiaya Tirkîyê red dikin ku peywendîyên wan bi wê êrîşê heye.

XS
SM
MD
LG