Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Jinûve Berfireh Dike


Tirkîye di rojên dawî de bi hejmara pêketinên vîrusa korona rekorên xwe dişikîne.

Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê ragihand ku di 24 saetên dawî de 59,187 kes bi vîrusa korona ketine ku ew ji destpêka pandemîyê vir ve li wî welatî hejmara herî bilind e.

Li gor daxuyanî Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê, vîrusa korona di 24 saetên dawî de 273 kes kuştine.

Jiber zêdebûna pêketinên vîrusa korona, Tirkîyê dê ji 14’ê Nîsanê pê ve bo du hefteyan karantîna qismî destpê bike.

Bi karantîna qismî dê rêwîtîya di navbera bajaran de xêncî rewişên mecbûrî qedexe be û di dawîya hefteyan de jî dê derketina derve sînordarkirî be.

Karbidestên hikûmeta Tirkîyê dibêjin ku ger bi karantînya qismî hejmara pêketin û mirinên ji vîrusa korona kêm nebin ewê tedbîrên hîn tund ragihînin.

XS
SM
MD
LG