Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Post: Di Destê Tirkîyê de Deng û Dîmenên Kuştina Cemal Xaşiqcî Hene


Washington Post ragihand ku di destê karbidestên Tirk de deng û dîmenên kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî hene.

Xaşiqcî, herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Washington Post, ku Xaşiqcî nivîskarê wê bû, îdiayên kuştinê sipart karbidestên Tirk û Amerîkî.

Li gor karbidestan, Xaşiqcî di 2’ê Cotmehê de bo radestkirina belgeyên zewacê ket hindurê konsulxaneyê û li wir ji alîyê tîmeke ewlekarîyê ve hat kuştin û termê wî hat parçe kirin.

Karbidestekî ku nexwest navê wî eşkere bibe, got ku ‘’Tomarên dengan nîşan didin ku piştî Cemal dikeve hindur çi pêk tê’’

Berpirsekî din jî da zanîn ku deng nîşan didin ku berê li Xaşiqci êşkence kirine û piştre ew kuştine.

Karbidestekî payabilind yê Tirk ji New York Timesê re dîyar kir ku Xaşiqcî ji alîyê sîxurên Saudî ve hatiye kuştin.

Li gor agahîya wî karbidestî daye, sîxuran bo parçekirina termê Cemal Xaşiqcî birekeke hestîyan anîne konsulxaneyê.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG