Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Meha Tîrmehê de 255,000 Karên Nû li Amerîka Zêde Bûn


Wezareta Kar ya Amerîka îro Înê radigihîne ku di meha borî de afirandina karên nû bilind bûye û 255,000 karên nû yên net li seranser bazara Amerîkî zêde bûne û mûçe jî biçek bilind bûne.

Wezareta Kar di raporta Tîrmehê de dide zanîn ku rêjeya bekarî li Amerîka di asteke îstiqrar de, di rêjeya 4.9 ji sedê ye.

Aborîzanên hikmetê radigihînin zêdebûna karên nû di sektorên wek xizmetên karsazî, haydarîya saxlemî û di sektorê darayî de pêk hatine.

Raport dide zanîn ku di warê madenkarî û neftê de, girêdayî erzanbûna buhayê petrolê, hin karên nû li bazarê kêm bûne.

Raporta mehane ya wezaretê herwiha nîşan dide ku li seranser Amerîka 7.8 mîlyon kes hîn jî bêkar in û 5.9 mîlyon kesên din jî li karên tamdemî (full-time) digerin, lê tenê dikarin hin-demî (part-time) bişoxulin.

XS
SM
MD
LG