Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

T-Mobile û Ericsson Peymaneke bi Nirxa $3.5 Mîlyar Dolaran Îmza Dikin


Kompanya Ericsson ya Swêdî îro Sêşemê ragihand ku wê peymaneke bi nirxa $3.5 mîlyar dolaran bi company T-Mobile US girêdaye ku tora wê ya 5G ava bike.

T-Mobile kompanya herî mezin ya sêyê li Amerîka ye û niha hewil dide ku binsazîya xwe xurtir bike. Wê berê jî ragihandibû ku bi kompanya Fînlandî Nokia re jî peymanek îmza kiriye.

T-Mobile plan dike ku ku di nav vê salê de li 30 bajarên Amerîkî dest bi pêşkêşkirina xizmeta tora 5K bide.

Hêjayî balkişandinê ye ku nirxa bazarî ya Ericsson di çaryeka duyê ya vê salê de, bi spasîya projeyên li Amerîkaya Bakur bilindtir bûye. Ericsson di bazara Amerîkaya Bakur de li pêş hevroka xwe Nokia, di rêza yekê de cîh digire.

XS
SM
MD
LG