Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Toleyên Dijî Îranê Destpê Dikin


Toleyên Amerîka yên dijî Îranê îşev bi awayekî fermî destpê dikin.

Serokê Amerîka Donald Trump ser toleyan daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Trump dîyar kir ku Amerîka dê hemî toleyên dijî Îranê bi cîh bîne û bo welatên din yên bi Îranê re dixebitin jî li gor toleyan tevbigerin, dê bi wan re bi awayekî nêzîk bixebite.

‘’Kompanî yan kesên ku peywendîyên xwe yên bi Îranê re sînordar nekin dikarin bi encamên giran re rû bi rû bimînin’’ Trump got.

Trump da zanîn ku gelek kompanîyên navneteweyî ragihandine ku dixwazin ji Îranê vekişin û bang li welatên din jî kir ku heman gavê biavêjin.

Trump ser peymana navokî ya bi Îranê re jî careke din got ku ‘’pir xirab e’’

Serokê Amerîkî da zanîn ku peymana navokî ‘’bo dîktatorîya li herêmê kaos û tundtûjîyê belav dike, xwînê çêdike’’

Di dawîya daxuyanîyê de Trump da zanîn ku gelên Îranê qurbanîyên rejîmê ne û da zanîn ku Amerîka bi wan re ye.

XS
SM
MD
LG