Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Dema Toleyên Dijî Rûsya Dirêj Dike


Serokê Konseya Ewrupa Donald Tusk, di hilcivîna rêberên Yekîtîya Ewrupa (YE) de, ku li Brukselê li dar ket, ji Twitterê ragihand ku dema toleyên dijî Rûsya dirêjtir kirine.

Tusk da zanîn ku rêberên YE’ê ser dirêjkirina dema toleyan li hev kiriye. Rêberên YE’ê dîyar kir ku Rûsya bo peyvajoya aştîyê ya Ukrayna kêm gav avêtine û wan jiber vê yekê biryareke wisa sitandîye.

Di sala 2014’an de piştî ku firoka rêwîyan ya Malezya li sînorê Ukrayna û Rûsya ketibû, YE’ê dijî Rûsya tole ragihandibû.

Dema toleyan par heta 31’ê Rêbendana 2018’an hatibû dirêj kirin. Li gor biryara dawî ya YE’ê dema toleyan 6 mehên din hat dirêj kirin.

YE’ê, di sala 2016’an de ragihandibû ku ger Rûsya şertên di Peymana Aştîyê ya Minskê de bipejirîne, ewê toleyan rake

XS
SM
MD
LG