Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Tom Malinowski ku ji karên mafên mirovan berpirs e, îro Înê ser girtina hevserok û parlementerên xema xwe dîyar kir.
Malinowski got, wek dost û hevalbenda Tirkîyê, ew bi kûrî do xemê de ne ku hikûmeta Tirkîyê rêber û parlementerên HDPê desteser kirin.
Wî bal kişand ku gavên qanûnî yên hember kesên hilbijartî divê gor rêwabûna bin û guman li ser bawerîya bi sîstema dadwerîyê neyîne.
Malinowski da zanîn ku azadîya ragihandinê û karanîna înternetê bo welatekî demokratîk û aborîyeke bijûn tiştên bingehîn in. Wî ji Tirkîyê xwest ku rê li ber hemwelatîyan veke ku bikaribin înternetê bi kar bînin.