Piştî ku gelek komal û rêxistin di serdema Rewşa Awareta ya piştî hewila darbeya leşkerî hatin girtin, xebatkarên mafên mirovan hatin binçav kirin û hin jî wan jî hatin girtin.
Li Stenbolê 12 sazîyên ku di warê mafên mirovan de dixebitin, Tora Hevgirtinê ya Berevankarên Mafên Mirovan li Komela Mafê Mirovan (IHD) damezrand.
Seroka Komela Mafên Mirovan (IHD) ya şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku wan çima ew tor damêzirand.
“Di salên berê de zêxtên li ser sendîkavanan, sîyasetvan, rêxistinên çepgir hebûn, lê di demên dawî de givaştinên ser berevankarên mafên mirovan zêdetir dibin. Di salên 1990’ande gelek parêzvanên mafên mirovan di binçavkirinan de hatin hinda kirin. Careke din dijî hiqûqê, bê bingeh parêzvanên mafên mirovan di bin êrîşeke tund de dijîn. Hem jiber van zext û gefan, hem jî jibo ku tekoşîna mafê mirovan baştir were kirin û di qada navnetewî de were dîtin Tora Hevgirtinê ya Berevankarên Mafên Mirovan hat damezrandin.”
Yolerî dîyar dike ku jiber ku dewlet naxwaze sûc û kiryarên wê yên xirab werin eşkere kirin, ewqas bi tundî diçe ser rêxistinên mafê mirovan.
Tora Hevgirtinê ya Berevankarên Mafên Mirovan ji van sazîyan pêk tê;
Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International), Komela Mafê Mirovan (IHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîye (TIHV), Komala Xebatên Medya û Hiqûqê, Kaos GL, Civil Rights Defenders, Komala Însîyatîfa Mafan, Navenda Hiş, Adalet û Rastîyê, Komela Rojeva Mafên Mirovan, Komela Hemwelatîyê, Komala Azadî û Jîyanê