Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanê Êrîşa Toronto Minassian Îro Derdikeve Pêş Dadgehê


Ajovanê berguman Alek Minassian, ku ji kuştina 10 kesan û bîrîndarkirina 15 kesên din berpirs e, li ber e îro cara yekê derkeve pêş dadgehê, di vê demê de ku hûrgilîyên sedema bûyerê hîn zelal nebûye.

Tevî ku bûyer, komkujîya herî xirab ya çend salên dawî ye û dişibe êrîşên alîgirên DAIŞ'ê li Ewrupa û Amerîka, karbidestên Kanadî nalezînin ku bûyer wek kiryareke terorîstî bi nav bikin.

Minassian ku 25 salî ye, ji alîyê polîsan ve wek berguman hat eşkere kirin, îro derdikeve pêş dadgehê û tawanên dijî wî dê hîngê ji bîragiştî re were eşkere kirin.

Polîsan got ku tomara Minassian li ba wan paqij e û ew ji alîyê derdora xwe mîna kesekî bê zarar tê nasîn.

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau xemgînîya xwe li ser bûyerê ragihand û ew yek wek “êrîşeke trajîk û bê wate” bi nav kir.

XS
SM
MD
LG