Lînkên eksesibilîtî

Bi Mîlyonan Amerîkî Girtina Rojê Temaşe Dikin


Girls look up at sun after getting special eclipse viewing glasses at the Smithsonian Air And Space Museum in Washington, D.C., Aug. 21, 2017. (Photo: Georgia Lawson / VOA)

Bi mîlyonan Amerîkî îro Duşemê li seranser welêt herikîne kolanan ku rojgirtina dagirtî temaşe bikin, ku hîngê heyv dê ji Oqyanusa Pasîfîk heta ya Atlantîki rûyê tevahîya rojê digire.

Nêzîkî 200 mîlyon Amerîkî bi heyecanî, dîdevanî li vê bûyera dîrokî dikin ku cara dawî 99 sel berê qewimîbû.

Girtina rojê, pêşî li Bereva Pasîfîk ya eyaleta Oregon destpê kir û dû re hêdî hêdî li herêmên Amerîkaya navîn dibore û ber bi Bereva Atlantîk ya eyaleta South Carolina bi dawî dibe.

NASA dide zanîn ku ew çaverê dike ku girtina rojê wê bûyera ku herî zêde were temaşe kirin, be û bi mîlyonan kes bi berçav, kamera û dûrbînan li vê rojgirtinê temaşe dikin.

Rojgirtina dagirtî, bi 2 deqe û 44 sanîyan, dê herî dirêj li bajarokê Carbondale ya Illinois were dîtin û herî dawî di demjimêr 2:48 de bajarokê Charleston ya South Carolina dîdevanî li vê rojgirtinê bike.

Li paytaxt Washingtonê jî di demjimêr 2:42 de girtina rojê wê were dîtin û bi hezaran gerokên xwecîhî û yên bîyanî kolanên bajêr tijî kirine ku rojgirtinê bibînin.

XS
SM
MD
LG