Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê Koalîsyonê General Townsend Hişyarî Dide ku Şerê Mûsilê Demeke Dirêj Bidome


General Stephen Townsend
General Stephen Townsend

Fermandarê koalîsyona navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka, General Stephen Townsend îro Duşemê hişyarî da ku operasyona rizgarkirina Mûsilê dikare çend hefte, heta hîn pirtir jî bikşîne.

"Dibe ku ev operasyon şerekî dirêj û dijwar be, lê Îraqî amadekarîyên xwe baş kirine û emê jî li kelêka wan bisekinin," General Townsend got.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkî Ash Carter ji gotubû ku operasyona Mûsilê di şerê dijî DAIŞê de qonaxeke girîng e û ew piştrast in ku hevkarên wan yên Îraqî bajarê Mûsilê û hemî gelê Îraqê ji zordarîya DAIŞê rizgar bikin.

XS
SM
MD
LG