Lînkên eksesibilîtî

General Funk Fermandarîya Hêzên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê Wergirt


General Paul E. Funk

Generalê Artêşa Amerîkî Paul E. Funk II vê heftê, fermandarîya hêzên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê, ku dijî DAIŞ’ê şer dikin, wergirt.

Funk li şûna General Stephen Townsend qumandarîya hêzên Amerîkî wergirt ku di operasyona rizgarkirina Mûsilê de, piştgirî didan artêşa Îraqê.

Townsend herwiha berpirsîya perwerde û çekpeydakirina hêzên hevkar yên Amerîka, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dikir ku vê gavê 70 ji sedê Reqa ji DAIŞ’ê paqij kiriye.

Berdevkê Pentagonê Kolonel Ryan Dillon rahihahdibû ku Townsend roja Sêşemê karê xwe temam kir û vegerî bingeha Fort Bragg ya eyaleta North Carolina.

“Tevî ku hin personelên me guherîbin jî, mîsyona koalîsyonê negu û ew jî bi rêka hevkarên me yên li Îraq û Sûrîyê, têkbirina DAIŞ’ê ye,” Dillon got.

XS
SM
MD
LG