Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Toyota Hinartina Otombîlan bo Îranê Ragirt


Kompanya Toyota ya Japonî ragehand ku hinartina otombîlan bo Îranê radigire ji ber fişara navneteweyî li ser kompaniyayên ku bazirganî ligel Îranê dikin ji ber bernama navokî ya Tehranê.

Toyota roja Çarşembî ragehand ku êdî otombîlên wê li Îranê nahên firotin ji ber cezayên navneteweyî li dijî Îranê.

Ev biryara Toyota, kartêkirineka mezin nabe li ser wê kompanyayê, ji ber ku li vê salê Toyota bitinê 220 otombîl hinartîne Îranê.

Amerîka, bazara herî mezin e jibo Toyota û Washingtonê daxwaz li kompanyayên biyanî kiriye ku bazirganiya xwe ligel Îranî sînordar bikin.



XS
SM
MD
LG