Karbidestên Herema Kurdistana Îraqê (KRG) îro Çarşemê ragihand ku bingeha leşkerî ya artêşa Tirkîyê ya li Zilkan, li devera Başîqa li Mûsilê rastî êrîşa mûşekî hatiye.
Li gor daxuyanîya Rêvebirîya Dijterorê ya Herêma Kurdistanê bingeha Başîqa bi 8 mûşekan hatiye armanc kirin ku 2 ji wan ketien hindirê bingehê.
Jêderekî ewlekarî yê Îraqî, ku nexwest navê xwe eşkere bike, got ku karmendekî Îraqî yê li bingehê birîndar bûye.
Jêderekî ewlekarî yê Tirk jî got ku di êrîşê ti hindahîyên canî yan zarara madî çênebûye, lê wî pirtir hûrgilî neda.
Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar bûyer red kir û got ku bingeh dem bi dem rastî êrîşan tê û ev yek jî dibe sedema êrîşên tolhildanê.
Demeke kin piştî êrîşa îro, Tugaya Berxwedana Îslamî ya Ehrar el- Îraq berpirsîya êrîşê girte ser xwe ku beşek ji milîsên Şîa ya bi piştgirîya Îranê ye.
Tirkîyê di sala 2015an de, di dema şerê dijî DAIŞ’ê de, bingeha Zilkan û çend bingehên din ava kiribûn û ew yek bûbû sedema nerazîbûna Bexdayê û hin karbidestên Herêma Kurdistana Îraqê, ku bi fermî hebûna leşkerên Tirk şermezar nekiriye.
Tirkîyê demeke dirêj e li bakurê Îraqê dijî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) hem bi hêzên bejayî û hem jî bi hêzên esmanî operasyonên leşkerî pêk tîne û hikûmeta Îraqê gelek caran hebûna leşkerî ya Tirkîyê şermezar dike û wek neqanûnî bi nav dike.
Jêder: Reuters