Salek berê, di 6’ê Şibatê 2023’an de 2 erhejên mezin li Mereşê li navenda Bazarcik û Elbîstanê pêkhatibûn.
Li gor hejmarên resmî li ser 50 hezar, lê li gor hejmarên ne resmî jî tê dîyarkirin ku li ser 200 hezarî kes mirine.
Dengê Amerîka belgeyên di derheqê apartman û xanîyên hilşîyane de, ku ji alîyên Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketî (AFAD) û Serokomarîya Tirkîyê ve hatine amadekirin bi dest xist.
Li gor vî jî 263 hezar û 577 apartman û di nav vana de jî 708 hezar û 540 xanî êdî nayên bikaranîn û nêzîkî 3 mîlyon kes bê xanî maye.
Li gor van belgeyan li 11 bajarî; Edene, Semsûr, Amed, Xarpêt, Dîlok, Mereş, Meletî, Hatay, Kîlîs, Osmanîye û Ruhayê bi tevahî 99 hezar û 604 xanî hilşîyane, 73 hezar û 836 xanî bi awarte pêdivîye were hilşandin, 535 hezar û 100 xanî jî bi giran zarar dîtîye û pêwîste werin rûxandin.
Piştî erdhejê, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di serî de desthilatîya Tirkîyê ragihand ku ewê hemû birînên erdheja bipêçin û xisarê ku ewan dîtîye çareser bikin.
Gelo ev sozan hatin cîhkirin an na?
Li ser salvegera erhejê Erdogan, çend roj berê li Hatayê di axaftina xwe de ragihand û got:
“Hê salek derbaz nebûye ku me sozê ku dabû pirê wan anî cî û di nav 2 mehan de emê 75 hezar, heta dawîya vê salê jî 200 hezar xanî radest bikin.”
Sazîya dewletê ya ku avasazîya çê dike TOKÎ ragihandibû ku, ewan dest bi 300 hezar avahîyan kirîye û di nav saleke de jî wê 100 hezar avahî radest bikin. Lê heta niha xanîyên ku radest kirine di bin 50 hezarî de ne.
Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Karabat di hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku desthilatîyê soza 319 hezar xanî dane lê heta niha jî ev xanîyan temam nebûne.
Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) şandeyek şandibû deverên erdhejê û lêkolînek kiribûn.
Parlementerê DEM Partîyê Îbrahîm Akin ji Dengê Amerîka re di derheqa çêkirina avahîyan de rewşa dawî nîrxand:
“Desthilatîyê jibo çêkirina avahîyan sozên ku dabûn ji wan ji sedî 20 jî neanîne cî. Nimûne TOKÎ gotibû emê 300 hezar xanî çêkin lê ana dibêje me 40 hazer çêkirîye. Vana ji hê xilas nebûne, ango xanîyên ku radestî gel bikin tunene.”
Serokê Baskê Enqerê ya Odeya Mîmaran Tezcan Karakuş ji Dengê Amerîka re ragihand ku desthilatîyê sozên ku dane heta niha neanîye cî:
“Berî saleke erdhej çêbû. Gelek soz hatin dayîn, lê ev sozan nehatin cî. Ana ti kes di van xanîyen sozdayî de tunene. Ew hêjî di konteyniran de rûdinên û di warê tendurîstîyê de tengasîyan dikşînin.”
Endamê Fakulteya Beşa Endezyarîya Sîvîl ya Zanîngeha Gazî Bulent Ozmen jî ji Dengê Amerîka re ragihand ku qada zararê ewqas mezin e ku ne pêkan e di nav saleke de çareser bibe û got:
“Qada erdhejê gelek fireh e. Ne hêsan e ku bibe wek rewşa berê. Pêwîst e xebateke sift were çêkirin. Lê xebat hene, xanî jî tên duristkirin, mixanbîn li ber firehbûna qadê em nikarin bêjin ku hemû xilas bûne. Xanîyên ku xilas dibin ji xwe radestî mexdûrên erdhejan dikin.”