Parlamanterekî opozîsyona Tirkîyê îro Înê li parlamanê rastî êrîşekî endamekê partîya desthiltdar hat û piştre parlaman bi hev ket.
Dema Ahmet Şik got ku divê parlamanterê girtî Can Atalay, ku bi tohmeta organîzekirina protestoyên dijî hikûmetê li zindanê ye, were berdan, lê axaftia wî hate birîn.
Dîmenên vîdyoyan nîşan didin ku parlamanterên AKP ya li deshilatê jibo kutan li Ahmet Şik yê li kursîyê xin dilezînîn û bi dehan kes tevlî qirecirê bûne û hin kes jî hewil didin hinekan bigirin.
Di dîmenan de xuya dibe ku xwîn pijiqîye ser zemîna nêzî kursîya axaftinê.
Atalay tevî karsazê xêrxwaz Osman Kavala û 6 kesên din bi rêvebirina protestoyên Gezî Park yên salan 2013’an û hewildana gêrkirina hikûmetê hat tawanbar kirin û sala 2022’yan 18 sal cezayê girtîgehê sitand.
Wan hemîyan ew tawan red kiribûn.
Atalay tevî ku li girtîgehê ye jî sala borî wek parlamanterê Partîya Karkeran ya Tirkîyê (TİP) hatibû hilbijartin. Tevî ku meclîsa Tirkîyê parlamanterîya Atalay pûç kiribû, di 1’ê Tebaxê de Dadgeha Qanûna Bingehîn dîyar kiribû ku pûçkirina parlamanterîya wî dijî qanûnê ye.
Ahmet Şik di axaftina xwe de dîyar kir ku desthilatê AKP’ê kesên ne li alîgirên wê bin wek terorîst radigihîne û got ku gava wan jibo Atalay gotiye terorîst e ew şaş nebûye.
Şik di berdewamîya axaftina xwe de got ku ‘’terorîstên herî mezin ew in ku li kursîyan rûniştine.’’
Cîgirê serokê parlamanê ser qirecirê 45 navber da rûniştinê.
Li parlamana Tirkîyê lihevxistin ne tiştekî nû ye û di meha Hezîranê de jî parlamanterên AKP û yên DEM Partî ser desteserkirina bajarvanekî DEM Partî û dûrxistina wî ji kar ketibûn nîqaşan.