Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Sîyasetvanên Fransî Şermezar Dike ku Beşdarî Protestoyên Kurdan Dibin


Tirkîyê îro Pêncşemê hin sîyasetvanên Fransî jiber beşdarîya li protestoya Kurdan ya li Parîsê şermezar kirin.

Di prtotestoyan de, ku li ser kuştina sê kuştina li dar ketibûn, hin xwenîşanderan alên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û posterên rêberê wê Abdullah Ocalan hildabûn.

Jêderên Tirk didin zanîn ku Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu bi hevtaya xwe ya Fransî Catherine Colonna ser protestoyan axifîye.

Li gor jêderên Tirk, Çavuşoglu ji Catherine re gotiye ku nayê qebûl kirin ku sîyasetvanên Fransî beşdarîyê li çalakîyên PKK bikin ku rêxistineke terorî ye.

Çavuşgolu ji Catherine xwestiye ku bo çalakîyên wisa destûrê nede.

Tirkîyê roja Duşemê jî balyozê Fransî yê li Enqerê gazî Wezareta Derve kiribû û ser sîyasetvanên Fransî nerazîbûna xwe gihandibû wî.

Hevdem, Wezîrê Navxweyî yê Fransa Gerald Darmanin jî got ku hikûmetê ji polîsan xwestiye ku êdî parastina cîhên Kurdan xurttir bike.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ser êrîşê dîyar kiribû ku Kurd bûne armanca êrîşeke hovane.

Di êrîşeke çekdarî de, ku hefteya borî li ser Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya ya li Parîsê hatibû kirin, 3 Kurd hatibûn kuştin, hinekên din jî birîndar bûbûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG