Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Akar, Shoigu û Abbas li Moskowê Kom Bûn


Shoigu û Akar (Arşîv)
Shoigu û Akar (Arşîv)

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ji ser Twitterê ragihand ku di navbera Tirkîye, Rûsya û Sûrîyê de civîneke sêalî hate pêkanîn.

“Wezîrê Berevanî Hulusî Akar, Serokê MITê Hakan Fidan; Wezîrê Berevanî yê Federasyona Rûsya Sergey Shoigu û Wezîrê Berevanî yê Sûrîyê Alî Mahmud Abbas û bi serokên îstixbaratên Fderasyona Rûsya û Sûrîyê re li Moskowê civîn,” wezaretê ji ser hesabê xwe yê Twitterê got.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hefteya borî ragihandibû ku wî ji Serokê Rûsya Vladimir Putin pêşnîyar kiriye ku mekanîzmayeke sêalî were damêzirandin k dîplomasîya navbera Enqerê û Şamê jinûve bivejîne.

XS
SM
MD
LG