Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Benda Swêdê Ye ku Pirtir Kesan Radest Bike


Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Bekîr Bozdag îro Duşemê dîyar kir ku radestkirina Swêdê ya Kurdekî bi îdiaya têkilîya bi terorê ji Tirkîyê re destpêkeke baş e.

"Ev destpêkek baş e ku ji Swêdê dilsozî û dilxwazîya wan nîşan dide. Em hêvîdar in ku li gor vê dilpakîyê wê radestkirinê nû jî pêk werin," Bozdag got.

Swêdê di 3’yê Mijdarê de Kurdê bi navê Mahmut Tat radestî Tirkîyê kir ku di 2015’an de bo mafê penaberîyê serî sazîyên li Swêdî dabû.

Tat, li Tirkîyê 6 sal û 10 meh cezayê zindanê biribû, bi sedema li têkilîya wî bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) re heye.

Lê, Bozdag dîyar kir ku jibo ew serlêdana Swêdê ya endamtîya NATO erê bikin, divê Stockholm pirtir gavan bavêje.

Swêd û Fînlandîya piştî dagirkirina Rûsya ya axa Ukrayna, di Gulanê de serî li NATO’yê dabûn ku bibin endam, lê ew rastî nerazîbûnên Tirkîyê hatin.

Enqerê her du welat bi mazûvanîya milîtanên PKK’ê û komên din yên wê qedexe kirine, tawanbar dike.

Stockholm û Helsinki îdiayên Tirkîyê red dikin, lê soz dane ku bi Enqerê re hevkariyê bikin ku bi fikarên wê yên ewlehîyê çareser bikin û ambargoyên ser firotina çekan jî rakin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku NATO biryarên xwe bi yekdengîyê werdigre û jibo erêkirina endamtîya Swêd û Fînlandîya divê hemî 30 dewletên endamên tevlêbûna wan erê bikin, lê heta niha tenê Tirkîye ew nepejirandiye.

XS
SM
MD
LG