Lînkên eksesibilîtî

Artêşa Tirkîyê Dixwaze ji Sîyasetê Dûr Bisekine


Xwenîşandêrên çepger li Stebolê daxwaza karvekêşana hikûmeta Erdogan dikin
Artêşa Tirkîyê dibêje, ew naxwaze bikeve karên sîyasî û bibe alîyekî di operasyona dijî şelandin, bertîl û perexwarinê de.

Daxuyanîya Artêşa Tirkîyê, rojekê piştî raporteke rojnameya Star hat ku nivîsîbû ku îhtîmal e armanca wê operasyonê pêkanîna darbeyeke leşkerî be.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan jî çend caran gotibû ku planeke veşartî dijî wî û hikûmeta wî tê meşandin.

Artêşa Tirkîyê heta niha sê caran darbe kiribûn û desthilata welêt xistibû kontrola xwe, lê di nav salên dawîya bin desthilata Erdogan de hêza wê gelek lawaztir bibû.

Di operasyoneke mezin ya şelandin û bertîlgirtinê de pirtir jî 20 kesan hatibûn girtin ku di nav wan de kurên sê wezîrên hikûmetê jî hebûn.

Berpirsê Giştî yê Halkbank anku Banka Gel ya dewletê Süleyman Aslan jî bi tawana wergirtina bertîlê hatibûn girtin.

Dîmenên medyayî nîşan dabû ku polîsan dest danabû ser 4 mîlyon û 500 hezar dolaran ku li mala Aslan, li nav kartonên pêlavan, hatibûne veşartin.

Wezîrê Aborî Zafer Çaglayan, Wezîrê Navxweyî Muammer Guler û Wezîrê Jîngeh û Avadanî Erdogan Bayraktar jiber wê operasyonê neçar mabûn ku posta xwe berdin.

Serokwezîr Erdogan, piştî wan qewimandinan, neçar mabû ku guhartin di kabîneya xwe de bike û 10 wezîrên nû di kabîneya xwe de destnîşan bike.

Operasyona ku hevalbendên Erdogan kiriye armanc, yek ji xirabtirîn krîzên sîyasî ku rû bi rûyê desthilata wî ya 10 salî dibe.
XS
SM
MD
LG