Wîzareta berevanîya Tirkiye dibêje, Kirdara hinartîna û wergirtîna sistemê moşekên berevanîya asmanî a S 400 yên Rûsî her ji doh Înyê dewam dike tevî hoşdarîyên Amerîka bi ciza kirina Tirkye.
Wîzareta berevanîya Tirkiye di daxyanîyekê da got, wergirtîna sistemê S 400 a berevanîya asmanî dewam dike. Herwesa got, Çwaremin froka Rûsî yên barkiri bi parçên moşekên S 400 gehiştîne bingehê leşkerî yê Mirted li nizîk Ankerê.
Washington tirseka mezin heye ko leşkerê Rûsia lidema rahênana leşkerê Tirkiye, nihênîyên firoka F 35 ya Amerîkî aşkira bikin.
Amerîka dibêje, moşekên S 400 dijî sistemê leşkerî ya hevpeymanîya NATO ye ko Tirkiye têda endame.
Hijmareka endamê kongirsê Amerîka daxwaza helweşandina rêkeftina firotîna frokên F 35 dikin û daxwaza danana cizayan biser Tirkiye dikin.
Endamên desteya barevanîya kongirsê Amerîka dibêjin, serokê Tirkiye bijara şaş helbijart.