Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştina Malbata Kurd li Tirkîyê Nîqaşên Derbarê Tawanên Dijî Kêmnetewan Nû Dike


Kuştina heft endamên malbateke Kurd li bajarê Konyayê ya Tirkîyê nîqaşa derbarê tawanên kîndarî yên dijî li dijî kêmanîyên netewî li Tirkîyê careke din zindî kir.

Malbata Dedeoglu hefteya borî li mala xwem ji alîyê kesekî Tirk ve hatibû armanc kirin û 7 kesên ji wê malbatê hatibûn kuştin.

Şeş rojan piştî bûyerê, desthilatdarên Tirkîyê ragihand ku kesekî bi navê Mehmet Altun, bergumanê sereke di êrîşê de, ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatiye girtin.

Rêxistinên mafên mirov, çalakvan û malbata Dedeoglu dibêjin ku ev bûyer li ser bingeheke nijadperestî hatiye kirin. Lê, Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu daxuyanîyên bi vî rengî wekî provakasyon bi nav kir.

Dengê Amerîka derbarê vê dozê peywendî bi Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê re kir, lê ti bersiv wernegirt. Ofîsa Dozgerîya Giştî li Konyayê dibêje ku vekolîna derbarê dozê didome.

Çavdêr dibêjin ku li Tirkîyê bi salan e sîyasetek hatiye meşandin ku êdî dijmintîya Kurdan bûye beşek ji sîstemeke berfireh.

Selahattin Colemêrgî, ku li bajarê Enqerê mamosta ye, vê bûyerê wekî bûyereke taybet nabîne.

“Ev bûyer li gor pergaleke sîstematîk bi rê ve diçe. Bi salan e li vî welatî desthilatdaran dijberîya Kurdan ji xwe re kiriye pergal. Rast e ew tişt li Konyayê qewimî trajedîyeke mezin e, lê berpirsîya vê bûyerê ne tenê ew kujer bû. Ew kesên ku şev û roj li ser medyayê dijmintîya Kurdan dikin, ew jî yek bi yek berpirs in,” Colemêrgî ji Dengê Amerîka re got.

Ev ne cara yekê ye ku êrîşeke wisa li dijî Kurdan tê kirin. Tenê vê salê, çend êrîşên din yên ji vî rengî li hin bajarên Tirkîyê qewimîn.

Di meha Hezîranê de, endama Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Denîz Poyraz, li ser destê netewperestekî Tirk ve, li avahîya HDP'ê ya bajarê Îzmîrê hate kuştin.

Li gor Komela Mafên Mirovan (ÎHD) li Tirkîyê, di sala 2020ê de 14 êrîşên li ser bingeha nijadperestîyê li seranserê welêt qewimîn ku 7 kes di encama wan de hatibûn kuştin û 32 kes jî birîndar bûbûn.

Civakzan Azad Barîş ku li Stenbolê dijî, ji Dengê Amerîka re got ku ger pêşîya vê qetilamê neyê girtin, ewê bê guman mezin bibe û ber bi karesetekê ve here.

"Koka vê nijadperestîyê dewlet û îdyolojîya dewletê bi xwe ye,” Bariş dibêje.

Hin pispor bawer dikin ku çanda bêcezakirinê li Tirkîyê hiştîye ku bûyerên bi vî rengî zêdetir bin.

Aykan Erdemîr, rêvebirê programa Tirkîyê li Sazîya Berevanîya Demokrasîyan (FDD) li Washington, dibêje ku di vê dema şewatên daristanan li Tirkîyê jî hin komên nîjadperest yên Tirk li seranserê Tirkîyê hemwelatîyên Kurd dikin armanc.

“Divê hikûmeta Tirkîyê bi awayekî lezgîn rê li ber van êrîşên kîndarî û nijadperestîyê bigire da ku kemanîyên netewî û olî li Tirkîyê biparêze.”

Erdemîr herwiha ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku qirkirina Kurdan û kêmnetewên din pirsgirêkeke dîrok ya kevin e.

"Ger hewildaneke cidî ji alîyê hikûmet û civaka sivîl ve tune be, wê armanckirina Kurdan û kêmanîyên din li Tirkîyê her bidomin,” Erdemîr hişyarî da.

Di vê demê de ku vekolîna derbarê kuştina malbata Dedeoglu didome, çav li wê yekê ye ku sîstema dadwerîya Tirkîyê wê helwesteke çawa bigire.

XS
SM
MD
LG