Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Bombardumana Firokên Tirk de 3 Kurd li Devera Sîdekan Birîndar Bûn


Di encama şer û bombardumana firokên artêşa Tirkîyê de 3 hemwelatîyên devera Sîdekan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê birîndar bûn ku birîna yek ji wan giran e.

Kirmanj Îzet, qaymaqamê qeza Soran ji Dengê Amerîka re got ku niha bombardumana firokên Tirkîyê li deverê rojane heye û zîyanan digehînin herêmê.

“Artêşa Tirkîyê kêmtir ji yek kîlometrê li devera me dûr e. Me ji her du alîyan re gotiye ku ew şer ne yê Kurdîstana Îraqê ye, lê yê nav Tirkîyê ye, lê ew bi axiftina me nakin. Jiber vê yekê, em ji rêxistînên navneteweyî dikin ku vî şerî rawestînin.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:40 0:00

XS
SM
MD
LG