Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Jibo Çi ‘Karta Koçberîyê’ bi Kar Anî?


Pênçşema borî li bajarê Îdlibê ya girêdayê Sûrîye 36 leşkerên Tirkîyê di êrîşeke esmanî de hatin kuştin.

Tirkîyê wek berpirsyarê êrîşa esmanî “Hêzên girêdayî rêjîma Sûrîyê” dîyar kir. Di bersivdayîna êrîşan de çeperên artêşa Sûrîye topbaran kir.

Herwiha piştî vê bûyerê Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan karta koçberiyê jî derxist. û Erdogan jibo sînorên rojavayê Tirkîyê got,”Em piştî vê pêvajoyê êdî derîyan nagirin." Piştî vê axaftinê zarok, jin û ciwan jî di nav de bi hezaran koçberan berê xwe dan sînorên rojavayê Tirkîyê da ku derbazî welatên Ewrupa bibin.

Dîsa axaftina Erdogan ji alîyê serokên welatên Ewrupa ve hat rexne kirin û bertek nîşanî Erdogan dan.

Rêberên Yekîtîya Ewrupa (YE) dîyar kirin ku Erdogan “Li ser pişta koçberan sîyasetê dike” û “Jîyana koçberan dixe nava xeterê de.” Yekîtîya Ewrupa herwiha di peyama xwe de dîyar kir ku “Ew derîyên sînoran venakin”

Di heman deme de, YE ji Erdogan dixwaze li gor“Peymana Koçberan” ya 2016’an tev bigere. Lê Erdogan guh nade xwesteka Yekîtîya Ewrupa.

Gelo bi vê yekê armanca Erdogan û Tirkîyê çi ye?

Rojnamêvan Vecih Cuzdan dibêje ku jiber ku hikûmeta Tirkîyê jibo şerê Îdlibê piştgirî ji dewletên rojava ne stand karta koçberan derxist pêş.

“Xuya dike şerê li Îdlibê her ku diçe mezintir dibe. Jiber vê yekê artêşa Tirkîyê nikare qada esmanî ya Îdlibê bi avayeke çalak bi kar bîne. Jiber vê yekê jî Tirkîye hem ji NATO hem jî ji welatên Rojava piştgirîyê dixwaze. Lê tişta xuya dike heta niha ti piştgirîyek berbiçav nehatiye dayîn. Herwiha ji alîyê balafirên şer ên Rûsya û Sûrîyê ve hêzên artêşa Tirkîyê li Îdlibê têne bombekirin. Ev jî nîşan dide ku ev krîz û pirsgirêk mezintir dibe. Ne dîyare ku gelo NATO wê jibo parastina esmanî ya Tirkîyê piştgirîyê bide an na.” Wî got.

Cuzdan di domandina axaftina xwe de dîyar dike ku Tirkîye li Îdlibê ne tenê bi hêzên rêjima û re şer dike û Tirkîyê di mayîna li Îdlibê de bi biryar e.

“Her çiqas Tirkîyê dibêje ez bi Rûsya û Îranê re şer nakim jî ev yek ne wiha ye. Serokê Tirkîyê de hevtayê wî yê Rûsyayê Vladimir Putin sibe li Moskovê dê werin cem hev. Lê hêvîya pêkanîna çareserîyekê sîyasî kêm e. Jiber ku Rûsya jî piştgirîya Sûrîye dike û dibêje hikûmeta Sûrîyê parastina axa xwe dike.”Wî got.

Paytextên Ewrupî ji Tirkîye dixwazin rewşê li ser sînorê xwe kontrol bikin da ku girjîya heyî mezintir nebe. Hikûmetên Ewrupa yên rastgir jî koçberan wekî xetereyek cidî dibînin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:45 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG