Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Tirkîyê yên Ser Şengalê Tên Şermezar Kirin


Herêma Şengalê

Di encama êrîşeke asmanî ya artêşa Tirkîyê de ser nexweşxaneyekê li gundekî devera Şengalê, herî kêm 3 sivîl hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Karbidestekî xwecihî li Şengalê ragihand ku êrîşa roja Sêşemê navenda bijîşkî ya gundê Sukeynîya li Şengalê bi temamî wêran kir.

Karbidestekî leşkerî yê Îraqî ji ajansa nûçeyan ya Fransî (AFP) re piştrast kir ku Tirkîyê li dû wê êrîşa asmanî bû.

Çalakvanên mafên mirov ev êrîşa ser sivîlên Şengalê bi tundî şermezar kir.

Nadine Maenza, berpirsa Komîsyona Amerîkî ya Azadîyên Olî ya Navnetewî (USCIRF) li ser hesabê xwe ya Twitter’ê got, “Tirkîyê hêvî dike ku bala cîhanê ya ser Afganistanê, tawanên wê yên şer li hember rizgarbûyên jenodîsê yên Êzîdî nabîne.”

Ji alîyekî din ve, Nadya Murad, çalakvana Êzîdî ya navdar û wergira xelata Nobel ya aştîyê, êrîşên Tirkîyê yên li Şengalê bi tundî şermezar kir.

Murad di daxuyanîyekê de got, “hêzên Tirkîyê do çend caran navendeke bijîşkî li gundê Sukeynîyayê bombebaran kir û tê de sivîl hatin kuştin û birîndar bûn. Ev yek paşguhkirineke eşkere ye bo pîvanên mirovahî û qanûna navnetewî.”

Partiya Demkratîk a Gelan (HDP) jî di daxuyanîyekê de îro Çarşemê êrîşa Şengalê şermezar kir û got bombekirina nexweşxane û sivîlan tawaneke şer e.

Tirkîyê bi awayekî berdewam devera Şengalê dike armanc û bi firokan êrîşan pêk tîne. Enqere îdîa dike ku ew bingehên şervanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Şengalê dike armanc.

Berî vê êrîşê bi rojekê jî, Tirkîyê bi êrîşeke din ya esmanî fermandarekî payebilind yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kir armanc.

YBŞ di daxuyanîyekê de piştrast kir ku fermandarê wê Seîd Hesen û birazîyê xwe Îsa Xwedêda di êrîşa Duşemê de hatin kuştin. Sê kesên din jî di heman êrîşê de birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG