Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye bi Tundî Bersîva Gotinên Amerîka yên Ser Efrînê Dide


Çekdarên Sûrî yên bi piştgirîya Tirkîyê li nêzî Efrînê xwane dibin
Çekdarên Sûrî yên bi piştgirîya Tirkîyê li nêzî Efrînê xwane dibin

Tirkîyê îro Çarşemê bangên Rojavayî yên sekinandina operasyona leşkerî li Efrînê bi tundî red kir û got ku Amerîka naveroka agirbesta Sûrîyê çewt fem kiriye.

Tirkîyê herwiha Fransa jî tawanbar kir ku li ser agirbestê agahîyên şaş dane bîragiştî.

Beredevkê wezareta derve yê Tirkîyê Hamî Aksoy got ku biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî qala Efrînê nake û operasyonên Tirkîyê dijî rêxitinên terorê ne ku gefan li ser ewlehîya Tirkîyê û yekbûna Sûrîyê dikin

“Daxuyanîya Nauert bîbingeh e û nîşan dide ku ew naveroka biryara agirbestê fem nakin yan jî dixwazin ew biryarê serûbin bikin.”

Aksoy li ser jelwesta Fransa jî ragihand ku Serokê Fransî Macron di axaftina xwe ya telefonî de, behsa Efrînê nekir.

“Berteka me ya li ser agahîyên xelet ku ji bîragiştî re hate dayîn, ji karbidestên Fransî re hate hinartin,” Aksoy got.

Enqere îdia dike ku agirbesta Neteweyên Yekbûyî ya jibo 30 rojan, operasyona wê ya li ser Efrînê pêbend nake jiber ku ew şerê terorîstan dike.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert gotibû ku Efrîn jî di nav agirbesta Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ye, jiber ku ew herêm beşekê Sûrîyê ye.

Nauert bang li Tirkîyê kiribû ku naveroka biryara agirbestê ya NY’ê jinûve bixwîne û rêz li wê agirbestê bigire.

XS
SM
MD
LG