Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Hewila Darbeya Leşkerî Tirkîyê Valahîyên Nav Artêşê Dagire


Rojeke piştî ku Tirkîyê pirtir jî 2,400 personelên leşkerî ji artêş hatin avêtin, Civata Bilind ya Leşkerî (YAŞ) di civîneke pêşdem de kom bû ku xwe jinûve rêk bike.

Fermandarên payabilind yên artêşê hewil didin ku şûna 149 general û amîralên, ku bi gumana rola wan ya di darbeya leşkerî de ji artêşê hatin avêtin, kar hatin, kesên nû destnîşan bikin.

Di civîna îro sibehê de Serokwezîr Bînalî Yildirim û qumandarên giştî yên hêzên bejeyî, deryayî û esmanî kom bûn. Çaverê ye ku artêşa Tirkîyê leşkerên bi rutbeyên nizimtir cîhên yên bilindtir destnîşan bike.

Ji 15ê Tîrmehê heta niha dora 10,000 karbidestên Tirk hatine desteser kirin û 50,000 din jî ji karên xwe hatine cemidandin.

XS
SM
MD
LG