Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêjeya Bêkarî li Tirkîyê Bilindtir Dibe


Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîye (TUIK) rêjeya bêkarîyê ya meha Îlonê eşkere kir.

Rêjeya bêkarîyê ya Tirkîye li gor meha Îlonê ya sala berê ji sedî 2,4 zêde bû û giheşt sedî 13,8’an.

Hejmara bêkaran 817 hezar kes zêde bû û giheşt 4 mîlyon û 566 hezar kesan.

Çetin Çalişkan
Çetin Çalişkan

TUIK herwiha dibêje ku rêjêya bêkarî li gor meha Tebaxê sedî ji 0.2 kêm bû û rêjaya bêkarên ciwan jî 4,5 zêde bû û giheşt sedî ji 26,1’an.

Cîgirê Seroka Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Çetîn Çalişkan dibêje ku li gor Navenda Lêkolînan ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger DÎSK-AR'ê ve ev hejmar zêdetir e.

“Li gor DÎSK-AR'ê bêkarîya berfireh ya ku destpêka krîza Îlona 2018’an de hejmara bêkaran 6 mîlyon 362 hezar kes bû. Di Îlona 2019’an ev hejmar ji 7 mîlyon 199 hezaran derbaz kir û hejmara bêkaran 837 hezar kes zêde bû. Rêjeya bêkarîyê wek sedî ji 20 hat hesab kirin.”

Çalişkan dibêje li Tirkîyê rêjeya ciwanên temenê wan ji 25’an biçûktir ji sêdî 40 e. Û got rêjeya bilind a nîfûsa ciwanan rêjeya bêkarên ciwan zêde dike.

“Lê di nav vê rêjaya bilind ya nifûsa ciwanan de bêkarîyeke mezin heye. Li Tirkîyê hem polîtîkaya aborîyê ya bê bandor, krîzên aborî, zêdebûna bêkarî, dibe sedema bêkarîya ciwanan jî.”

Çalişkan tîne ziman ku jiber polîtîkayên çewt yên hikûmetê rêjeya bêkarî her ku diçê zêde dibe.

“Divê tekoşîna dijî bêkarî wek erka dewletê were dîtin. Divê lêz û bez polîtîkayên hilberînê werin kirin. Pewîst e ciwan û jin berbiçav were girtin û derfetên kar divê were ava kirin.”

Ew bal dikşîne ku dijî bêkarîyê divê hikûmet polîtîkayên demdirêj amade bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00


XS
SM
MD
LG