Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Banga Boykotkirina Berhemên Fransî Dike


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Duşemê bang li hemwelatîyên xwe kir ku berhemên Fransî boykot bikin.

"Mîna ku ew li Fransayê dibêjin ku berhemên Tirkan nekirin, ez ji li vir bang li hemî hemwelatîyên xwe dikim ku bila qet alîkarîya ekonomîya Fransî nekin û berhemên wan nekirin," Erdogan got.

Wî herwiha bang li Yekîtîya Ewrupa (YE) jî kir ku, bi gotina wî, dijî helwesta Serokê Fransa Emmanuel Macron ya dijî Îslamê rawestînin.

Erdogan di axaftina xwe ya di destpêka hefteya bîranîna rojbûna pêxamber Mihemed de ragihand ku divê serokên Ewrupî dawî li helwesta Macron ya dijî Îslamê bi dawî bikin.

Erdogan roja Şemiyê jî gotûbû ku pirsgirêka Macron bi Misilmanan re heye û divê Macron “saxlemîya xwe ya derûnî" kontrol bike.

Piştî wê daxuyanîya Erdogan, Parîsê balyozê xwe yê li Enqere vekişandibû.

Serokê Fransa Emmanuel Macron soz dabû ku ewê hemberî cûdaxwazîya Îslamî şer bike û gotûbû ku ev cûdaxwazîya hin civakên Misilman li Fransa tehdît dike.

Civaka Fransî hîn di bin şoka kuştina mamosteyê dîrokê Samuel Paty ya ji hêla milîtanekî Îslamî ye ku jiber ku wî mamosteyî ser azadîya axaftinê karîkaturên Pêxember Mihemed nîşan dabû.

Li gor Enstîtuya Îstatîstîkê ya Tirkîyê, Fransa welatê 10’an ya çavkanîya derkirînan e û hevdem jibo derfirotina berhemên Tirkîye bazara mezintir ya 7’an e.

Di nava berhemên derfirotina serekî yên Fransî de, otomobîlên Fransî hene ku li Tirkîyê pir bi berfirehî têne firotin.

Tirkîyê û Fransa her du jî endamên NATO ne, lê ser mijarên wek Sûrîyê û Lîbya, serwerîya deryayî ya rojhilata Deryaya Sipî û pevçûnên li Qarabaxê de navbera her du welatan de pirsgirêkên girîng hene.

XS
SM
MD
LG