Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê bi Dehan Endamên Artêşê Hatin Desteser Kirin


Medya Tirkî îro Pêncşemê radigihîne ku karbidestên hikûmetê fermana desteserkirna 73 pîlotên hêzên esmanî daye, bi îdiaya ku ew di hewila darbeya tekçûyî de cîh girtine.

Raportên medyayî radigihînin ku 45 firokevan di operasyonên polîsan de li seranser Tirkîyê hatin desteser kirin û yên mayîn jî berê de li girtîgehê bûn û niha bi fermî biryara girtina wan hate dayîn.

Medya Tirkî ragihand ku 2 ji wan kesan kolonel bûn û li bajarê Konya hatine binçav kirin.

Ji meha Tîrmehê vir ve dora 100,000 karmendên leşkerî, polîs, dadwerî û perwerdehî ji kar hatin dûrxistin û nêzîkî 30,000 ji hatin girtin, bi tawana ku di hewila darbê de cîh girtine.

XS
SM
MD
LG