Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Tirkîyê li Nêzî Mangêşkê ya Duhokê 2 Trombîl Rûxandin


Şêva borî di dora demjimêr 11’ê şevê li nêzî nahîya Mangêşkê ya Duhokê firokên Tirkîyê 2 trombîl kirin armanc û ew bi yekcarî şewitandin.

Rûniştvanekî Mangêşkê ku bûyer ji nêzîk ve ditîye, ji Dengê Amerîka re got ku di seyarekê de 4 kes hatine kuştin û şewtine û di seyara duyê de çend kes hebûn lê ewan xwe rizgar kirine.

Wî jêderî îdia kir ku ew her du trombîl yên PKK’ê bûn û di nava trombîlan de çek û qûmaş hebûn.

Hêzên polîs û ewlekarîyê ku ji giheştin cîhê bûyerê, lê wan ti daxuyanî neda medyayê.

Êrîşa Firokên Tirkîyê li Mangêşkê
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:01 0:00

Heta amadekirina vê raportê ew her du trombîl li cîhê xwe mane û ti kes xwe li wan nekirine xwedî.

XS
SM
MD
LG