Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Qada Esmanî ji Firînên ji Hewlêrê re Vedike


Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim dîyar kir ku ewê qada esmanî ya ber bi Hewlêr ya Herêma Kurdistana Îraqê îro Înê vekin.

Yildirim da zanîn ku jiber ku li Silêmanî ‘’xebatên terorî yên dijî Tirkîyê’’ didomin ewê bo firînên ber bi wî bajarî niha destûrê nedin.

Firînên ber bi Herêma Kurdistana Îraqê jiber referanduma serxwebûnê, di Îlona 2016’an de ji alîyê Îraq û Tirkîyê ve hatibûn rawestandin.

Yildirim da zanîn ku Îraqê jî biryar daye ku destûrê bo firînan bide.

XS
SM
MD
LG