Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Topbarana Tirkîyê ya Dijî Sûrîyê di Roja Sisêyan de Didome


Ajansa AFP ji zarê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) radigihîne ku hêzên Tirk di roja sisêyan ser hev de, berdewamî êrîşa şervanên Kurd li bakurê Sûrîyê dike, lê nekarîye pêşveçûna wan rawistîne.

SOHR da zanîn ku topbarana Tirkîyê rêya li rojavayê bajarokê Til Rifat dikin armanc ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) hewil didin li wê herêmê pêş kevin.

SOHR herwiha ragihand ku topbarana Tirkîyê, rojavayê Ezazê ya ser sînorê jî dikin armanc.

Pêşveçûna QSD çekdarên bi piştgirîya Tirkîye tore kir, loma jî Enqerê bi wna êrîşan dixwaze piştgirîya hêzên nêzîkî xwe bike.

Dîrektorê SOHR Ramî Abdulrahman da zanîn ku heta niha 26 serhilda di şerê Til Rifat de hatin kuştin.

Ramî rarihand ku hêzên QSD gundê Kifarnaya ya 2 km başûrê Til Rihat jî xist bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG