Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye di Hezîranê de Dest bi Firînên ji 40 Dewletan re Dike


Wezîrê Veguhastinê yê Tirkîyê Adil Karaîsmaîloglu îro Pêncşemê ragihand ku ewê di nava Hezîranê de ji dora ji 40 welatan re firînan destpê bikin.

Karaîsmaîloglu da zanîn ku wan bi 15 dewletan re lihevkirina pêşîn pêk anîye ku fîrînên dualî destpê bikin.

Tirkîyê, wek tedbîrên pêşîgor yên korona, tixubên xwe girtibûn, lê bi sistkirina tedbîran firînên navxweyî roja Duşemê jinûve destpê kiribûn.

Karaîsmaîloglu got ku jinûve destpêkirina firînan wê di pênc qonaxan de pêk were û ew niha bi 92 dewletan re dipeyîvin ku çawa ew firîn bi awayekî ewle were kirin.

“Firînên ji Bakurê Qibris, Bahreyn, Bulgaristan, Qatar û Yunanistanê wê di 10’ê Hezîranê de û Almanya, Avusturya, Hirvatistan û Sîngapor jî di nav de, ji 17 dewletên din re jî di 15’ê mehê de destpê bikin. Dû re, Koreya Başûr, Qatar, Hollanda, Norwêc û Belçîka jî di nav de, ji 16 welatên din re seferên firînan wê 20, 22 û 25’ê Hezîranê de destpê bikin.”

XS
SM
MD
LG