Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stratejîya YE ya Ser Krîza li Rojhilata Derya Sipî Têk Diçe


Di stratejîya dawî ya Yekîtîya Ewrupa û Tirkîye, ku dû heftaya berê destpê kir, jibo nizmkirina alozîyan li rojhilata Derya Sipî tek diçe.

Dîplomat, karbidest, û pispor dibejin rîska alozîya li rojhilata Derya Spîyê zêdê dibe.

Tevî ku di civîna YE ya 2yê mêha Cotmêhê ligel Enqere bi armanca sekinandina xebatên Tirkîye bo legerîna gaza xwezayî li deryayê, ku Yunanistan û Qibris li diji wê derdikevin, destpe kir. Tirkîye îro Çarşemê got ku xêbatên geştîya legerînê wê jinûve destpê dike.

Hejayî gotinêyê ku reberên YE jibo ditîna çareserîyekê li ser gotûbêja gazê de biserneketine. Dîplomat û karbidestekê YE dibeje, sîyaseta hoşyarîyên tolêyan û sozdayina sûdan hemû tekve çûn.

“Rêberên YE heta niha ew mijarê paşxistin ku gotin di meha 12edê disa gotûbej bikin. Le ew mijar wekî tolhildanê şûnda hat” got dîplomatekê li ser nûçêyan ku hezên deryayê Tirkîyê û Yunanîstan di dawîya Cotmêhê de despê rahênanê bikin.

Tirkîye gêşta legerîne xwe meha borî berîya cîvîna YE vekişandîbû, ku di civînê de tolêyên aborî hatîbû gotûbejkirin le dîsa ji Tirkîye roja Dûşêmê dest bi xebatên xwe kir. Sê dîplomatên YE dibejin ew te watêye ku Enqere bi Brukselê re dilîze.

Endama NATOyê û berbijara tevlîbûna YE, Tirkîye di mehên dawî de tevlî kiryarên li diji sîyaseta dervêyê Ewrupayê li Sûrîyê, Lîbya, û li Rûsya bû.

Le dîsa ji, Ewrupa dixwazê, Enqereyê nezîkî alîyê welatên Rojavayê de bihele tevî ku serokomarê wê otorîter e. Erdogan dixwazê wekî hezekê herêmê rêyekê serbixwê bimeşine.

Berdevkê ragihandina serokkomarîya Tirkîye, Fahrettîn Altun di twîtekê de got Tirkîyê pêgirîya dîplomasîye dike, lê “danûstandin çenabê dema dibejin “ya ku a mîn e, a mîn e; ya ku a te ye, tê gotûbej kirin”.

Yunanistan û Qibris wê di civîna roja Pênçşêmê û Înê de pirsgireka gaze ligel reberên YE gotûbej bikin tevî ku Tirkîye di mijara civînê de tuneye.

YE, hevkara herî mezîn ya ekonomîya Tirkîye, hevî dikir ku bi dawîkirina pêdîvîyên vîzaya Ewrupayê bo hemwelatîyên Tirkîye, jinûvekirina peymana aborîye û bi peşnîyarkirina alîkarîya pere bo penaberên Sûrî li Tirkîye, herwiha bi hişyarîya toleyan ew dikare Erdogan razî bike ku bo zelalkirina mafê hydrokarbonê li deryayê despê gotûbejan bike.

XS
SM
MD
LG