Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Zindanên Tirkîyê jiber Korona Rewşa Girtîyên Nexweş Girantir Bûye


Li Tirkîyê belavbûna vîrusa korona li ser hemî zindanên Tirkîyê dibe sedema metirsîyên mezin.

Li tevahîya zindanên Tirkîyê li 355 zindanan ji 200 hezar zêdetir girtî hene û herwiha 150 hezar kes jî li zindanan dixebitin.

Li gor vê hejmarê tedbîr û gavên dijî vîrusa korona 350 hezar kesî eleqedar dike. Lê vîrusa korona herî zêde jî jîyana girtîyên nexweş tehdît dike.

Li gor daneyên Komela Mafên Mirovan (IHD) ya 2019’an, li zindanên Tirkîyê 458 jê giran 1334 girtîyên nexweş hene.

Wezareta Dadê ya Tirkîyê jî 13 Adar’a 2020 de bi daxuyanîyekê dîyar kir ku li hemî zindanan tedbîrên dijî vîrusa korona standî ne. Lê, komel û sazîyên mafên mirovan dîyar dikin ku her ku diçe vîrusa korona li zindanan mafê jîyana girtîyan tehdît dike.

Hatîce Onaran
Hatîce Onaran

Ji Komîsyona Zindanan ya IHD’ê Hatîce Onaran jî tedbîrên li zindanên Tirkîyê kêm dibîne û gavên hikûmetê jî rexne dike.

“Li zindanên Tirkîyê di bin navê pêşgirîyan de zêdetir mafên girtîyan hatin sînordar kirin. Bi vê yekê li ser girtîyên nexweş jî bandorên mezin çêbûn. Jixwe ev demeke dirêj e van mirovan nabin dadgehan. Dîsa ev demek e dirêj e ku ti girtî jî eger rewşa girtîyan ne krîtîk be, ji nexweşxane re nayên rêkirin.”

Onaran hewiha dibêje ku danûstandinên IHD û Wezareta Dadê ya Tirkîyê li ser rewşa zindanan didome.

Lê ew destnîşan dike ku wezareta dadê piştî Rewşa Awarte (OHAL) pê ve li ser hejmara mirîyan, sedema mirinan, hejmara girtîyên nexweş parve nake.

Li alîyekî din parlamanterê Partîya Demokrtîk a Gelan (HDP) yê Stenbol’ê Alî Kenanoglu bi pêşnîyarnameyekê ji bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş.

Wî bi bîr xist ku li gor maddeya 104’an ya makezagona Tirkîyê seroktîya Tirkîyê dikare, girtîyên nexweş ên giran, mirovên astengber û mirovên temenê wan mezin bide berdan.

Kenanoglu xwest ku 35 girtîyên rewşa wan krîtîk bi lez û bezî werin berdan.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:26 0:00

XS
SM
MD
LG