Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gotûbêjên Navbera Tirkîyê û Yunanîstanê Hatine Paşxistin


Keştîyên Yunanî li Derya Sipî 25 Tebax,2020

Çavkanîyên Wezareta Berevanîya Tirkîyê îro Sêşemê ji Reutersê re got ku danûstandinên navbera karbidestên Tirk û Yunanî bo du rojan hatine paşxistin.

Heman çavkanîyan ragihand ku danûstandin wê di 10'ê Îlonê jinûve destpê bikin.

Bi danûstandinên bi navbeynkarîya NATO'yê tê armanc kirin ku zêdebûna alozîyên leşkerî yên navbera Tirkîyê û Yunanîstanê li rojhilata Derya Sipî were rawestandin.

Çavkanî dibêjin ku paşxistin ji hêla komîteya artêşa hevalbendîya NATO'yê ve hatiye xwestin

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg hefteya dîyar kiribû ku du endamên NATO'yê pêkanîna danûstandinan qebûl kirine.

Stoltenberg gotibû ku di nava her du welatan de bi sedema îdiayên dijber yên derbarê mafên çavkanîyên enerjîya li Derya Sipî lihevnekirinek heye û ew yek aloztir dibe.

Wî dîyar kir ku ew bi gotûbêjan dixwazin ku pêşî li ber qazayeke li nav avên serwer yên her du welatan bigirin.

XS
SM
MD
LG