Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê bi Gumana Peywendîyên ligel Gulen 82 Karmendên Leşkerî Desteser Dike


Weneyeke ji operesyonên dijî tora Fethullah Gulen (Arşîv)

Reutersê ji zarê ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîyê ragihand ku serdozgerîya bajarê Îzmîrê biryara desteserkirina 82 karmendên artêşê daye.

Tirkîyê wan kesana bi alîkarîya tora Fethullah Gulen tawanbar dike ku Enqere dibêje ew li pişt hewila darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016an e.

Ajansa Anadolu ragihand ku operasyona îro li 39 bajarên Tirkîyê pêk hat û heya niha 63 kes hatine desteser kirinin. Ji gumanbaran 70 kes hîn ser karên xwe bûn.

Hevdem, Serdozgerîya Îzmîrê jî dest bi xebatan kiriye ku 848 karmendên leşkerî jiber têkilîyên bi tora Gulen re ji kar werin dûr xistin ku di nava wan kesan de karbidestên payebilind jî hene.

Hefteya borî dadgeheke Tirk reberên hewildana derbeyê bi cezayê zindanê yê dirêjîya jînê mahkum kiribû û berî jî bi sedan endamên artêşê bi heman sedmeê hatibûn ceza kirin.

Operasyonên dewlata Tirkîyê yên dijî tora Fethullah Gulen, ku niha li Amerîka dijî. ji dema hewilda darbeya Tîrmeha 2016'an vir ve didomin.

Gulen tevlîbûna xwe ya hewildana darbeya serneketî, ku 250 kes tê de hatibûn kuştin red dike.

Hejayê bîrxistinê ye ku ji dema hewla derbeyê vir ve, nêzî 80.000 kes li benda dadgehkirinê ne û dora 150.000 karmendên sivîl û leşkerî û yên din ji kar hatine derxistin yan dûrxistin.

XS
SM
MD
LG