Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Piştî Kuştina13 Kesan li Herêma Kurdistanê 718 Desteser Dike


Dîmeneke ji operasyonên polîsên Tirk (Arşîv )

Wezareta navxweyî ya Tirkîyê îro Duşemê ragihand ku bi îdiaya tekilîyên bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), 718 kes hatine desteser kirin.

Girtinên girseyî rojek piştî daxuyanîya Enqerê hat ku îdia kiribû serhildayên PKK'ê 13 Tirkên dîl kuştîne.

PKK îdiayên Tirkîyê red dike û dibêje ku êrîşên esmanî yên artêşa Tirk bûne sedema kuştina wan kesan.

Piranîya kesên dîlgirtî yên ku mirinên wan hatine ragihandin, leşker û polîsên ku li başûrê rojhilata Tirkîyê hatibûn revandin in û ew li şikefteke li Îraqê dihatin girtin.

Wezaretê di derbarê cîhên ku wan operasyon darxistine hûrgulî ranegihand lê, da zanîn ku rêvebir û endamên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) di nav kesên desteserkirî de ne.

HDP, ku partîya didoyan ya mezin ya opozîsyonê ya Tirkîyê ye.

Ew, tevahîya îdayên hebûna têkilîyên fermî yên bi PKK'ê re red dike

PKK komek e ku ji hêla Amerîka û hevalbendên din yên Rojavayî yên Enqereyê ve wek rêxistineke terorîst tê zanîn.

Kuştina 13 leşker û polîsên Tirk peywendîyên stratejîk, lê guherbar yên di navbera Enqere û Washington pirtir alozdar kir.

Wezareta Karên Derve yê Amerîka roja Yekşemê dîyar kir ku ew jiber mirina hemwelatîyên Tirkîyê xemgîn e, lê, li benda pejirandê bûye ku ragihandina Enqerê ya ser bûyerê, rast bike.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan di axaftineke ku di televîzyonê de hat weşandin de, daxuyanîya Amerîka bi tundî rexne kir.

Erdogan peymana Washington wek 'kêmaqilî' bi nav kir.

"We got ku hûn piştgirîyê nadin terorîstan, lê, bi rastî hûn piştvanîya wan dikin bi û li pişta wan in," Erdogan got.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan rêveberîya nû ya Amerîka jiber ku di derbarê bûyerê de demûdest bertek nîşan neda ye, û şêwaza ragihandina dewleta Tirk qebûl nekirîye, şermezar kir.

Erdogan got ku hevalbendên NATO'yê yên Tirkîyê divê alîyên xwe hilbijêrin.

"Piştî vê yekê, du tercîh hene. Yan bi Tirkîyê bêyî pirs û gumanbarîyan tevbigerin, bêyî kirina lêpirsînan, yan ewê bibin hevparê her kuştin û xwînrijandinê," Erdogan got.

Tirkîyê vê mehê li dijî bingehên PKK yên li bakurê Îraqê dest bi operasyonek leşkerî kirib û ku Erdogan îro got ku ev operasyona hevdem jibo rizgarkirina 13 kesên dilgirtî hatîye kirin.

PKK jî dîyar kir ku 13 13 kesên dilgirtî yên ku di şikefta de dihatin ragirtin di encama bombebarana hêzên Tirk de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG