Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Îran Piştgirîya Operasyona Dijî PKK'ê Dike


Şervanên PKK'ê

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê, Nurettin Canîklî îro Sêşemê dibêje ku Îran piştgirî daye operasyoneke wan ya dijî serhildayên Kurd yên li bakurê Îraqê.

“Me ji Îranê re pêşnîyar kir ku em operasyoneke hevbeş bikin. Ew jî di vî warî de xwedî gotineke xurt in,” Canîklî ji ajansa Anadolu ya dewleta Tirk re got.

Heta niha ji Îranê daxuyanîyek nehat ku gotinên Canîklî piştrast bikin.

Tirkîye herwiha dibêje ku hikûmeta Îraqê jî piştgirîyeke xurt dide wê ku operasyona nav axa Îraqê bike, lê Bexda dîyar kir ku ewê operasyoneke Tirkîyê ya ser Qendîlê yan herêmeke din qebûl neke.

“Hikûmeta Îraqê wî her cure operasyonên Tirkîyê yên dijî PKK'ê yên li nav axa Îraqê qebûl neke, çi li Qendîl, Mexmûr yan Şengal be,” berdevkê serokwezîrîya Îraqê, Saad el-Hadisî got.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG